​​​​​​​Gelo dorpêç dê trajediya zivistana borî li Şêxmeqsûd û Eşrefiye dubare bike?

Di encama dorpêça hikumeta Şamê de, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê  nizanin ku dê mazota germkirinê li wan bê belavkirin yan na. Her sal di destpêka zivistanê de heta mazot belav dibe, wisa berdewar dimînin.

​​​​​​​Gelo dorpêç dê trajediya zivistana borî li Şêxmeqsûd û Eşrefiye dubare bike?
17 îlon, 2023   03:22
HELEB-NISRÎN ŞÊXO 

Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya giran li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê didomîne. Nahêle madeyên bingehîn û sotemenî bigihêjin şêniyan.

Ruxmî avhewaya sar a zivistanê û nexweşiyên pê re çêdibin ji ber ku derman û germbûn tune ye, lê hikumeta Şamê dorpêçkirina her du taxan didomîne.

QURBANIYÊN DORPÊÇÊ

Zivistana borî, di enca,a dorpêça hikumeta Şamê de û ji ber ku nehişt sahrîcên mazotê derbasî her du taxan bibin, mazot heta Sibatê nehat belavkirin. Her wiha ji ber ku hêza xelkê her du taxan tune ye mazotê ji sûka reş bikirin, bûn sedem ku 2 zarokan jiyana xwe ji dest bidin. Yek ji wan pitik bû. Lê ji bo hikumeta Şamê ne bû sedem ku dorpêça xwe bi dawî bike.

Yek ji encamên doprêçê ew bû ku Wîsam Seydoyê 4 salî di 2`yê Çileya 2023`yan de ji ber serma zêde jiyana xwe ji dest bide.

Dûre di 4`ê Çileyê heman salê de, pitikê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar (17 rojî) jiyana xwe ji dest da. Bi wê re jî bû zarokê duyemîn ku ji ber sermê dimire.

Hikumeta Şamê heta niha nahêle mazota germkirinê derbasî her du taxan bibe, Xuyaye  ku rewş ji sala borî ne cuda ye.

Berovajî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hîna xebatên belavkirina mazotê lê berdewam in, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li gel nebûna mazotê, amadekariya zivistanê dikin.

`DAKETINA LÎRE Û DORPÊÇ FELAKET E`

Ji bo naskirina naskirina rewşa her du taxan ji nêz ve, cîgira hevserokatiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye arîn Henan ji ajansa me re wiha axivî: “Rewş ji aliyê aborî û jiyanê ve ne aram e. Ji ber ku lîre li beramber dolarê dadikeve û dorpêç rewş girantir kir.”

Arîn destnîşan kir ku ji ber dorpêçê, xebatên belavkirina mazotê dereng dimînin û wiha domand: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mazota germkirinê li xelkê wê hate belavkirin. Lê her du tax, di encama dorpêça hikumeta Şamê de, ji germkirinê mehrûm in.”

Her wiha Arîn diyar kir ku heta niha tu amadekariyên belavkirina mazotê nîn in ji ber ku hikumeta Şamê heta niha nahêle sotemenî derbasî her du taxan bibe.

Arîn ev li gotinên xwe zêde kir: “Tenê bihêlin em mazotê derbas bikin, em dê yekser dest bi belavkirinê bikin. Ji bo ku bûyerên sala borî dema 2 zarok ji ber sermê jiyana xwe ji dest dane, dubare nebin.”

Arîn bang li aliyên têkildarî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li hikumeta Şamê bikin da ku dorpêçê bi dawî bike, sotemeniyê derbasî her du taxan bike beriya ku zivistan were û wiha pê de çû: “Divê yên têkildar, erka xwe bîne cih û êşên gel bi dawî bikin.”

TU ÇARESERIYÊN ALTERNATÎF TUNE NE

Arîn destnîşan kir ku ji ber ku nirxê lîreyê sûriyeyî li hember dolarê daketiye, xelkê her du taxan nikarin mazotê ji sûka reş bikirin. Di ser derdan de jî, buhaya lîtreya mazotê di sûka reş de gihaştiye 15 hezar lîre.

Ji zêdetirî 5 salan ve, hikumeta Şamê dorpêçeke tengav li her du taxan ferz kiriye. Nahêle sotemenî, derman û madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin. Her wiha di Tîrmehê de saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê dermanfroş û xwediyê dermanxaneya Çîlo yê bi navê Hogir Mihemed Elî Hebeş revand, dema ku hewl dida derman derbasî her du taxan dikir.

(şx)

ANHA