Salvegera 9`an a damezirandina Weqfa Newroz a Çandî û Hunerî hate pîrozkirin

Weqfa Newroz a Çandî û Civakî bi boneya salvegera 9`an a damezirandinê şahiyek li navenda xwe ya li paytexta Lubnan Beyrûtê li dar xist.

Salvegera 9`an a damezirandina Weqfa Newroz a Çandî û Hunerî hate pîrozkirin
16 îlon, 2023   19:28
BEYRÛT

Di şahiyê de, serokê weqfê Cemal Hesen axivî û bixêrhatina beşdaran û tevahî kesên ku keda wan di pêşxistin û çalakkirina çalakiyên weqfê de heye kir.

Rojnamevanê ermenî Hamo Moskoviyan di şahiyê de beşdar bû û got ew bi naskirina kurdan kêfxweş e û destnîşan kir ku Kurd û Ermen yek gel in û azarên wan yek in.

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê Ebdulselam Ehmed jî axivî û hêvî kir ku weqfa, erka xwe bîne cih û di navbera Kurdistanê û cîhana erebî bibe pirek û bi ser keve.

Beşdaran diyar kirin ku mafê kurdan di parlamentoya Lubnanê yanî hêzên civakî de heye. Piştî wê, rapora salê ya xebatên weqfê bi sînefizyoneke kurt hate pêşandan.

Di dawiyê de beşdaran li ber stran, mûzîk û govenda kurdî, coş bûn.

Weqfa Newroz a Çandî û Civakî, wiha xwe dide nasîn; ku eleqedarê xebatên kurdistaniyên li Lubnanê dike, çalakiyan li dar dixe, armanc dike ku tev li çalakiyên civakî, tenduristî, projeyên perwerde û civakî bibe. Armanc dike behreyên hunerî û çanda kurdî pêş bixe, jinan di aliyên civakî, siyasî û çandî de perwerde bike û zimanê kurdî û nasnameya kurdî bide nasandin.

2`yê Îlona 2014`an hate damezirandin lê bi awayekî fermî di 16`ê Îlona heman salê li Beyrûtê hate vekirin.