QSD`ê çeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê girt

QSD`ê di operasyoneke ewlehiyê ya hevbeş de, endamekî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girt ku di peydakirina çek û cebilxaneyê ji çeteyan re û fînansekirina êrişên terorîst de çalak bû.

QSD`ê çeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê girt
16 îlon, 2023   18:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku YAT`ê bi operasyoneke hevbeş li gel Cîhazê Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CTG) û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de, endamekî şaneyên DAIŞ`ê girtiye.

Navendê da zanîn ku operasyon li gundê El Bû Nîtil ê bajarojê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê roja înê (15`ê Îlonê) li dar ketiye, piştî şopandineke hewayî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve.

Her wiha navendê aşkera kir ku çeteyê hatî girtin, di peydakirina çek û cebilxaneyê ji şaneyan re û fînansekirina êrişên terorîst li dijî herêmê de çalak e.

Navendê da zanîn ku hêzê gelek çek û amûrên leşkerî yên bi çete re desteser kirine;

2 Kilaşîkovê AK-47.

2 dabence.

5 mexzen.

3 telefonên berîkan.

Mexzeneke kilaşîkovê AK-47.

Dorbîneke leşkerî.

(şx)