'Em ê sînoran bişkînin û Rêber Apo azad bikin'

Dayîkên Aştiyê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

16 îlon, 2023   17:11
ŞEHBA

Çalakiyên li dijî  tecîda li ser Rêber Abdullah Ocelan û gefên li  dijî wî zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de Dayîkên Aştiyê meşek li dar xist.

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê ji gundê Kefir Garês heya qada Şaredariyê ya gundê Til Sosin ê navçeya Ehdasê meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmeya silavkirina berxwedana wî hatin berzkirin.

Meş li qada şaredariyê rawstiya û veguherî mitingê. Di mitingê de bi navê Dayîka Aştiyê ya Efrîn û Şehbayê Xedîce Efrîn axivî û diyar kir ku dema, dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: "Rêber Apo tenê fizîkî di zindanê de ye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em her tim li çalakiyan bin. Em dayîkên aştiyê dê sînoran hilweşînin û Rêber Apo azad bikin."

Her wiha endama Meclisa Kantona Efrîn û Şehba Ehmed El Selemê diyar kir ku bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, şermezar kir û wiha got: "Em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibin û em ê heya azadiya fizîkÎ ya Rêber Apo pêk were her tim li qadan bin."

ANHA