Yekitiya Jinên Ciwan Jîna Emînî bi çalakiyekê bi bîr anî

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, ji bo bîranîna salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî çalekiyek li qada Jina Azad a Kobanê li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan Jîna Emînî bi çalakiyekê bi bîr anî
16 îlon, 2023   17:45
KOBANÊ

Yekitiya Jinê Ciwan a Herêma Firatê, ji bo bîranîna Jîna Emînî û salvegera serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyek li qada Jina Azad li dar xist.

Her wiha Koma Şehîd Yekta ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şanoyek bi navnîşa “Keziyê Jînê” pêşanda û laçikên li serê jinan hat şewitandin.

Dûre sinevizyonek têkildarî serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û dîmenên wê hate pêşandan.

Çalakî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

(şx)