`Şoreşa jinan ne doza şerpê ye lê belê ji ber ku pêşengên şoreşan e`

Saziya Olî ya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Minbicê û Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê, salvegera yekemîn a qetilkirina jina kurd Jîna Emînî û destpêkirina serhildana jinan bi bîr anî. Her wiha diyar kir ku doz ne doza şerpê ye lê belê jin pêşengên şoreşan e.

`Şoreşa jinan ne doza şerpê ye lê belê ji ber ku pêşengên şoreşan e`
16 îlon, 2023   16:53
 MINBIC

Di çarçoveya çalakiyên bîranîna salvegera yekemîn a qetilkirina jina kurd Jîna Emînî û destpêkirina serhildana “Jin, jiyan, azadî” de, Saziya Olî ya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Minbicê daxuyaniyek da.

Seroka Nivîsgeha Jinan Werde El Henîfî daxuyanî bi beşdariya endamên saziyê, endamên Kongreya Îsalam Demokratîk li qada dibistana amadehî ya şerî ya zarokên lawîn a rojavayê Minbicê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Jin pêşengên şoreşan bûn dema xwestin guhertinê çêkin û li şûna qurbanî bibin pêşeng. Ji bo wê jî fedakariyên mezin kirin. Ji ber ku wate û cewhra guhertinê nas kirin û xwestin ew berdewam bike, îro em bi rêzdarî li pêşiya şoreşa jinan disekinin ku bi kuştina Jîna Emînî bi destê polîsa exlaqê di 16`ê Îlona 2022`yan de dest pê kir.

Jîna Emînî sembola cîhanî ya banga mafên jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azad” û sekna li hember siyaseta pergala melalî bû.

Şoreşa jinan ne tenê doza şerpê bû, lê belê doza gelekî di bin desthilata pergaleke faşîst e ku ol, ji xwe re kiriye mertal û mafên mirovî yên gel binpê dike.

Îslamê jin mafdar kiriye, lê belê urf û adetan û desthilata oldaran jin zilamdin. Ji ber wê divê civaka me çewisandina jinan nas bike û bi awayekî cidî li hember derkeve û rê li pêşiya guhertina olî veke.

Em piştgiriya şoreşa jinan dikin û nêrîna biçûkxisitna jinan di bin navê ola îslamî de red dikin. Ji ber ku îslam, ola aştiyê, hezkirinê ye û cudahiyê naxe di navbera jin û mêr de. Bingeha wê karê baş û bawerî ye. Her wiha hewl die edalet û wekheviyê pêk bîne bi rêbazekê ku rûmeta mirovî ya her duyan biparêze.”

DÊRAZOR

Li Dêrazorê jî, nûnerên jinan, nûnerên nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenbûya şaxê Dêrazor, salvegera yekemîn a kuştina Jîna Emînî bi bîr anî û soza mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî jinan dan.

Di wê çarçoveyê de endama Meclisa Herêma Rojava ya bajarokê El Kesra ya rojavayê Dêrazorê, Sumeye El Hisên daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de kuştina Jîna Emînî hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku jin dê li ber xwe bidin û bang li rêxistinên mafên mirovan bikin ku tola Jîna hilînin. Her wiha hate diyarkirin ku şoreşa jinan dê li seranserî cîhanê belav bibe ta ku serkeftina jinan pêk were.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mHh7SCDMU2E?si=dmv3a3eQ_uPAIvAj" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>