Çetayan li Girê Spî ciwanek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ciwanek ji qebîleya Bedû revand.

Çetayan li Girê Spî ciwanek revand
16 îlon, 2023   12:11
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên Ehrar El Şerqiyê yên artêşa Tirk a dagirker girtin ser gundê Emayîr ê Girê Spî û ciwanê bi navê Tewfîq Eyada El Hilût (25) yê ji qebîleya Bedû ya êla Şimêlat revand.

Çavkaniyan got nayê zanîn ku çeteyan ciwanê revandî bi ku derê de biriye.

Ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve di sala 2019′an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên talankirin, qetilkirin û revandina ji bo standina fîdyeyê li dijî şêniyan pêk tînin. Beriya çend rojan çeteyan ciwanekî bi navê Mihemed Xelîl El Mihemed ê ji eşîra Ceys a Ereb qetil kiribû û li gundê Hemam Tirkmen 13 welatî revandibûn.

(bb)

ANHA