2 stranên nû ji bo bîranîna Jîna Emînî

Hunermend Firmêsk Hafiz bi navê ‘Firmêsk’ û hunermend Ridvan Îbrî jî bi navê ‘Jîna Emînî’ stran amade kirin û wek klîb belav kirin.

2 stranên nû ji bo bîranîna Jîna Emînî
16 îlon, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 16'ê Îlonê salvegera qetilkirina Jîna Emînî ye. Jîna Emînî di 16'ê Îlona 2022'yan de li Tehranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Serhildana piştî qetilkirina wê dest pê kir, salek e dewam dike.

Hunermendê kurd Ridvan Îbrî li ser bîranîna Jîna Emînî stran û klîba bi navê "Jîna Emînî" amade kir. Kom Muzîkê klîbê li ser hemû hesabên xwe yên platformên medyaya dîjîtal belav kir.

FIRMÊSK

Hunermend Firmêsk Hafiz jî di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de li ser kanala xwe ya Youtubeyê, bi navê ‘Firmêsk’ (rondik) stranek belav kir.

Hunermend Firmêsk Hafiz li ser Facebookê peyamek belav kiribû û tê de wiha gotibû: “Gelek keyfxweş im ku min li gel kesên dilsoz berhemeke hunerî çêkiriye û dê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de derkeve.”