Dewleta Îranê bavê Jîna Emînî bin çav kir

Di salvegera yekemîn a qetilkirina wê de, bavê Jîna Emîn hat binçavkirin.

Dewleta Îranê bavê Jîna Emînî bin çav kir
16 îlon, 2023   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirin Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re salek derbaz dibe. Di xwepêşandana de encama gef, êriş, zext û gulebaranên hêzên rejîma Îranê de zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî hatin girtin û birîndarbûn. Her wiha li gel van 4 xwepêşander jî hatin darvekirin.

Li gorî nûçeya Rojnews′ê, di salvegera yekem a serhildanê de, bavê Jîna Emînî Emced Emînî, piştî ji mala xwe derket, ji aliyê ‘polîsên exlaq’ yê rejîma Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hate birin.