​​​​​​​Ji bo piştgiriya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî′ kampanyaya hashtagê

Ji bo piştgiriya serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kampanyaya hashtagê hat ragihandin.

​​​​​​​Ji bo piştgiriya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî′ kampanyaya hashtagê
​​​​​​​Ji bo piştgiriya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî′ kampanyaya hashtagê
​​​​​​​Ji bo piştgiriya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî′ kampanyaya hashtagê
​​​​​​​Ji bo piştgiriya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî′ kampanyaya hashtagê
16 îlon, 2023   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emînî û ‘Serhildana Jin Jiyan Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, kampanyaya hashtagê #JinJiyanAzadî dest pê kir.

Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevseroka komîteya têkiliyên derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca li ser hesabê xwe yê X (Twitterê) li gel wêneyê Jîna Emînî, posta “Em ê têkoşîna azadiyê ya jinan xurt bikin” parve kir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî li ser hesabê xwe yê X nivîsî “Ji bo parastina mafên jinan li her deverê û bilindkirina ala azadî û serkeftinê” û wêneyên şervanên jin û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ parve kirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan jî wêneyê Jîna Emînî parve kir û “Ji bo civakeke azad û jineke azad” nivîsî.

Rûpela bi navê Ronahî jî wêneyên jinan ên bi cil û bergên kurdî, dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û “Jin zanista felsefeya jiyanê ye” parve kirin.

Kampanyaya hashtagê duh saet di 20:00′an de li gorî dema Sûriyeyê dest pê kir û dê îro heta saet 20:00′an dewam bike.

(bb)

ANHA