​​​​​​​Gelo ji bo berxwedanê pêdiviya Lîbyayê bi fermandarekî nû heye?

16′ê Îlonê salvegera bidarvekirina lehengê Lîbyayê yê berxwedêr Omer Muxtar e. Îro jî hemwextî salvegerê, ji ber binketina hikumetên Lîbyayê û karesata lehiyê nêzî 20 hezar welatiyan jiyana xwe ji dest da. Gelo dê Muxtarekî din ji bo rizgarkirina Lîbyayê ji milîs, gendeliya siyasetmedar û partiyan hebe?

​​​​​​​Gelo ji bo berxwedanê pêdiviya Lîbyayê bi fermandarekî nû heye?
16 îlon, 2023   07:48
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Ji nişka ve Lîbya bû rojeva cîhanê. Vê carê ne ji ber hilbijartinên an jî aloziya siyasî ku ji zêdetirî 10 salan ve nesekiniye yan jî şerekî nû. Lê belê ji ber lehiya li Lîbyayê ku di encamê de heta niha zêdetirî 20 hezar welatiyan jiyana xwe ji dest daye.

Ya balkêş ev karesata nû çend rojan beriya salvegera bidarvekirina lehengê lîbyayî Omer Muxtar pêk hat. Di vê demê de pêdiviya Lîbyayê bi berxwedanekê heye ku ji gendeliya siyasetmedar û mîrên şer rizgar bibe.

Nêzî 10 salan e li Lîbyayê şer, aloziyeke leşkerî û siyasî heye. Milîsên çekdar piranî herêman kontrol dikin. Li Lîbyayê 2 hikumet hene, yek ji çend mehan ve radestkirina desthilatê red dike û ya din jî di qada navneteweyî de nehatiye qebûlkirin.

KARESATA DANÎALÊ

10′ê Îlonê li herêmên rojhilatê Lîbyayê lehiyeke wêranker çêbû. Bi wê re zirarên madî yên mezin û bi hezaran windahî çêbûn. Li gorî medyaya herêmî li bajarê Dernayê nêzî 20 hezar kes bûn qurbanî.

Wêranî û xerabiya li Dernayê ji ber karesata lehiyê çêbû, dema Lîbya di bin dagirkeriya Îtalyayê de bû, tîne bîra mirov. Dema Lîbyayê ji hêla Îtalyayê ve dagirkirî bû, bajarên Lîbyayê wêran bûbûn.

Ev şibandina di navbera dema borî û niha de li Lîbyayê çêbûye, dihêle mirov kesayetekî ku dîroka Lîbyayê guherandiye, bîne bîra xwe. Ew kes Omer Muxtar bû ku li dijî mêtingeriyê şoreş li dar xist û li ber xwe da.

Omer Muxtar di 16′ê Îlonê de hate bidarvekirin. Pêdiviya lîbyayiyan bi têkoşîn û dîroka wî ya berxwedêr heye ku dewleta xwe ji destê gendelan rizgar bike.

OMER MUXTAR KÎ YE?

Dîrokeke rast a jidayikbûna Omer Muxtar tune ye, lê tiştê hatiye belgekirin, jiyana wî tijî berxwedan û têkoşîn bû. Ew fedaiyek bû, li kêleka misiriyan şerê Brîtanyayê kir, li kêleka şoreşgerên Çadê li dijî dagirkeriya Fransayê li ber xwe da û rêberê şoreşa Lîbyayê ya li dijî dagirkeriya Îtalyayê bû.

(fr)