​​​​​​​Êrişên dagirkeran didomin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev û vê sibehê êrişî gundên Minbic, Girê Spî, Eyn Îsa û Til Temirê kir.

​​​​​​​Êrişên dagirkeran didomin
16 îlon, 2023   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên duh bi şev heta vê sibehê êrişên xwe li ser gundên Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî û Til Temirê berdewam kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke meclisê li ser rêya gundê Hetabat ê li başûrê Minbicê bombebaran kiriye. Di encamê de 2 şervanên jin ên meclisê şehîd bûn û yek jê jin, 2 şervanên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dane, artêşa Tirk a dagirker duh gundên Sêgîro û Mişêrfê yên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi obus û doçkayan bombebaran kirin. Her wiha gundên Dibis, Hoşan, Xalidiyê, Mieleq û Cedîda û rêya M4 ên li rojavayê navçeyê topbaran kirin.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Huriye, Erîda, Sean, Kefîfa, Sarûca, Bîr Kino, Qizelî û embarên wê yên genim ên li rojavayê kantona Girê Spî dan ber topan. Ji ber topbarana li ser gundê Hoşanê şewat derket.

Li kantona Hesekê, artêşa Tirk a dagirker gundê Um El Kêf û Gozeliyê yên li rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên navîn bombebaran kirin.

Vê sibehê jî gundê Hoşeriyê yê li bakurê bajarê Minbicê bi obusan hat topbarankirin.

(bb)

ANHA