​​​​​​​PDK’ê êrîşî qadên gerîlayên azadiyê kir

Çekdarên PDK’ê ku ji ber hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re bûye sedema bertekên tund a civaka Kurd, niha jî êrîşî çeperên gerîlayên azadiyê dike.

​​​​​​​PDK’ê êrîşî qadên gerîlayên azadiyê kir
14 îlon, 2023   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên PDK'ê duh êvarê tevî 200 wesayîtên ku tê de gelek alavên zirxî û cebilxane, tank û panzer hebûn, derbasî navçeya Sîdekanê ya herêma Biradost bibûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku vê sibehê saet derdora 04.30’an beşek ji van çekdaran li Gewriya Zînê ya qada Goşînê êrîşî  çeperên gerîlayên azadiyê yên Kurdistan kirine.

Hêzên gerîla jî bersiv dan êrîşê û şer qewimî.

Heman çavkaniyan ragihandin ku aloziya li qadê didome.