Şêniyên Reqa: Li dijî êriş û fitneyan em bi QSD′ê re ne

Şêniyên Reqayê diyar kir ku li dijî tevahî êriş, fitne û komployên bi armanca pêkanîna tevliheviya ewlehî û îstîqrara herêmê ew li kêlek QSD′ê ne û bang li şêniyan kir ku li dora hêzên xwe bicivin.

Şêniyên Reqa: Li dijî êriş û fitneyan em bi QSD′ê re ne
14 îlon, 2023   10:21
REQA-ENES MIHEMED

Şêniyên Reqa, gundewar, endamên saziyên Sivîl duh meşeke girseyî ji bo piştgiriya QSD′ê di pêkanîna îstîqrarê li herêmê de li dar xistibû.

Cîgirê Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebduselam Hemsork axivî û wiha got: "Em ê li kêlek hêzên xwe QSD′ê bin ku wan herêm ji terorê rizgar kir û bi rêya Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ piştî bûyern dawîn li Dêrazorê ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk anî."

Hemsork wiha domand: "QSD′ê di çarçoveya bersivdana banga şêniyên Dêrazorê de û ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞ′ê, bazirganên hişbirê û sûcdaran Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ da destpêkirin û ewlehî li herêmê vegerand."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Izedîn Şêxo wiha got: "Şêniyên Reqayê ji bilî QSD′ê tu hêzekê qebûl nakin. Em ê li hember komployên rejîma Sûriyeyê û MÎT′a Tirk bisekinin."

Şêxo wiha domand: "QSD′ê yekane hêza li dijî planên terorê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em ê li hember aliyên hewl didin fitneyan di nava pêkhateyan de derxin bisekinin."

Her wiha hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El Îsa fedakariyên QSD′ê û serkeftina wê pîroz kir.

El Îsa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em şêniyên Reqa û xelkê eşîran QSD′ê nûnertiya me dike. Em ê bi hev re heta serkeftinê û pêkanîna ewlehiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin. Divê tevahî şênî Ii dora QSD′ê bin."

(fr)

ANHA