Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku nêzî sê sal in nikarin agahiyê ji muwekîlên xwe werbigirin, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14 îlon, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê  Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê 2 caran serlêdanê ji bo hevdîtinê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.