Li Girê Spî cenazeyê çeteyekî hat dîtin

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî cenazeyê çeteyekî hat dîtin.

Li Girê Spî cenazeyê çeteyekî hat dîtin
14 îlon, 2023   10:11
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji kantona Girê Spî dane, cenazeyê çeteyekî li ser rêya gundê Hemam Tirkmen û bajarokê Siûkê yên dagirkirî hat dîtin.

Çavkaniyan dane zanîn ku cenaze yê çeteyê koma Ehrar El Şerqiye yê bi navê Fewaz El Xemîs e. Her wiha diyar kir ku destê çete kelemçekirî bû û şopên guleyan li serî wî hebûn.

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî aloziya ewlehiyî û şerê di navbera çeteyan  de dewam dikin. Beriya çend rojan ciwanê bi navê Mihemed Xelîl El Mihemed ê  ji eşîra Cîs a Ereb ji aliyê çeteyên Feyleq 3 a girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin.

(bb)

ANHA