Însiyatîfa peydakirina pêdiviyên dibistanan bi nîvê qîmetê

Berhemdêrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gel paşketina nirxê lîreyê sûriyeyê, ji bo peydakirina pêdiviyên dibistanê wek çente û solan bi nîvê qîmetê, însiyatîfek dest pê kir.

Însiyatîfa peydakirina pêdiviyên dibistanan bi nîvê qîmetê
14 îlon, 2023   04:35
HELEB – NISRÎN ŞÊXO

Wek deverên cuda yên Sûriyeyê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî jî ji ber têkçûna nirxê lîreya sûriyeyî zehmetiyan ji ber bihabûna nirxên kelûpelan dikişînin, ku di encamê de rewşa jiyanî ya şêniyan paşve çûye.

Wek helwdanekê ji bo sivikkirina barê şêniyan nexasim hemwextî dorpêça hikumeta Şamê berhemdêrên herdu taxan çente û pêlav bi nirxekî erzan peyda kirin.

ÎNSIYATÎFEKE SERBIXWE

Yekitiya Berhemdêran a herdu taxan li gor însiyatîfeke serbixwe, mîhrîcanek bi navnîşan "Mîhrîcana Telêt Heleb" li dar xist. Di vê însiyatîfê de berhemdêran çente û pêlav ji bo hemû temenan bi nirxekî erzan li hola Telêt Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê peyda dikin.

Mîhrîcan ji 16'ê Tebaxê de dest pê kiriye û dê heta 16'ê Îlonê bidone.

Tevî erzanbûnê, di mîhrîcanê de pêşbirk tên lidarxistin û xelat tên belavkirin, ku şênî hemwextî destpêka sala xwendinê ya nû berê xwe didinê da ku pêdiviyên dibistanan bikirin.

Ev mîhrîcana çaremîn e ku sala borî 2 li kantona Şehbayê û ya 3'yê li Helebê hatin lidarxistin. Di wan mîhrîcanan de ne tenê pêdiviyên dibistanan lê belê cil û berg jî hebûn.  

SEDEMÊN LIDARXISTINA MÎHRÎCANÊ

Endamê Rêveberiya Yekitiya Berhemdêran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Farûq Ereb got: "Ev 2 sal in em vî karî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin û em kelûpelên ku di kargehên me yên li herdu taxan de tên çêkirin di mîhrîcanan de difiroşin."

Ereb destnîşan kir ku pêwîstiya qonaxa ku niha em tê de ne, bi gavên wiha heye û got: "Rewşa jiyanî dijwar e, dirava Sûriyeyê jî ne stabît e û di encamê de şênî gelek zehmetiyan di kirîna pêdiviyên xwe de dikişînin. Ji ber wê jî me hewl da bi rêya peydakirina çente û pêlavan bi nirxekî guncaw, barê wan sivik bikin."

MÎHRÎCANEKE DIN

Ereb spasiya berhemdêr û şêniyan kir û got: “Wijdan, rêya xêrê ye di serdemeke wisa ya tijî keysbazî, bikaranîn û sextekirinê de. Em spasiya berhemdêrên xwe dikin û minetdarê wan in.”

Ereb da zanîn ku dê mîhrîcaneke din bi destpêka werza zivistanê re bê lidarxistin û got: "Em ê mîhrîcaneke din ji bo firotina cilûbergên zivistanê li dar bixin, heta ji destê me bê em ê destekê bidin şêniyên xwe."

NE JI WÊ BA ME TIŞTEK NEDIKIRÎ

Welatiya bi navê Sebîha Reşo wiha axivî: "Em bi vî karî kêfxweş in, nirx li gor rewşa me ya jiyanî ne û cûreyê tiştên ku em ji mîhrîcanê dikirin, baş e."

Sebîha destnîşan kir ku ne ji mîhrîcanê ba wê nedikarî tiştekî ji bo zarokên xwe bikiriya.

Sebîha Reşo spasiya berhemdêran kir û hêvî kir ku ev xebat bidomin.

(mh/şx)

ANHA