​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-9-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-9-2023
13 îlon 2023   23:00

Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî tecrîda li ser jinan nirxandin û gotin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê jin li qadên çalakiyan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên wê yên li dijî coxrafî û gelê Kurdistanê, bipirsin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dengê şerên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka çirûska şoreşê ve, kêm nebûye. Herêm di gelek pêvajoyan re derbas bû. Herî balkêş, êrişên berfireh ên çeteyên DAIŞ`ê beriya 9 salan li dijî Kobanê bû. Ev êriş, xelekeke şerekî giştî ye ku hîna bi dawî nebûye ji ber ku projeya li herêmê tune nebûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê gotin ew bi axa xwe ve girêdayî ne û destnîşan kirin ku ew ê ji bo têkbirina planên dagirkeriyê li pişta Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berhemdêrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gel paşketina nirxê lîreyê tirk, ji bo peydakirina pêdiviyên dibistanê wek çente û solan bi nîvê qîmetê, însiyatîfek dest pê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aktîvîstên Siwêdayê destnîşan kirin ku divê jin bibin yek û xebatên xwe li hember zordariya li dijî wan bi rêxistin bikin. Her wiha wan bang li jinên Sûriyeyê kir ku destekê bidin wan û berê xwe bidin qadan û piştî salên dirêj ên îşkence û tunekirinê banga azadî û serbixwebûna xwe bikin.

Yekitiya Ragihandina Azad ji bo nîqaşkirina xetereya dewleta Tirk li ser rojnamevanan, komxebatekê li navenda xwe ji rojnamevanan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandanekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, bi merasîmekê şehîdên Îlonê ku di dem û cihên cuda de li goristana şehîd Delîl Saroxan bi bîr tîne saet di 17:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA