Şêniyên Qamişlo: Em heta dawiyê bi we re ne

Şêniyên Qamişlo piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên wê yên li dijî coxrafî û gelê Kurdistanê, bipirsin.

Şêniyên Qamişlo: Em heta dawiyê bi we re ne
14 îlon, 2023   02:06
QAMIŞLO

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) da zanîn ku ji 9'ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker ku li Zapê asê maye, êrişên hewayî yên giran li dijî herêma Metîna û qada şehîd Delîl a li rojavayê Zapê pêk tîne.

Gerîlayên ku ji 23'yê Nîsana 2021'an de li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, derbeyên giran li dagirkeriya Tirk dan, ku di vê dawiyê de gelek çalakî li dar xistin û di encamê de 19 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Têkildarî wê jî şêniyên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan didin.

"EM Ê HETA SERKEFTINÊ BI ŞERVANÊN XWE RE BIN"

Welatiya bi navê Perwîn Cemîl destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Hêzên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirina Kurdan in û got: "Berxwedana gerîla mafekî rewa ye, gerîla keç û xortên me ne û em ê heta dawiyê li kêleka wan bin. Em ji dijmin re dibêjin ku êrişên wî nikarin berxwedan û îradeya me ya pêkanîna serkeftinê, têk bibin."

"BIKARANÎNA PDK'Ê WEK AMÛREKÊ JI BO PÊKANÎNA PLANÊN XWE"

Welatiyê bi navê Ebdulselam Ebdo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne tiştekî nû ne û tê de hemû cûreyên çekên qedexekirî tên bikaranîn.

Ebdo der barê hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gel dewleta Tirk a dagirker de got: "Dewleta Tirk a dagirker, PDK'ê wek amûrekê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tîne, ji ber wê jî divê PDK'ê ji rêya îxaneta bi Kurdan re derkeve."

DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER BÊ PIRSÎN

Welatiyê bi navê Cemîl Yûsif êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Di encama êrişan de zirarên mezin li xwezaya çiyayên Kurdistanê tê. Ji ber wê jî divê civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin."

(mh/şx)

ANHA