​​​​​​​Tevî êrişan girêdana bi xakê ve xurt e

Şêniyên navçeya Til Temirê gotin ew bi axa xwe ve girêdayî ne û destnîşan kirin ku ew ê ji bo têkbirina planên dagirkeriyê li pişta Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bimînin.

​​​​​​​Tevî êrişan girêdana bi xakê ve xurt e
14 îlon, 2023   03:22
HESEKÊ – EBDULXENÎ EL HAMAN

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê êrişên dijwar pêk tîne. Li hember wan êrişan şêniyên navçeyê bi îsrareke mezin li ber xwe didin û bi xaka xwe ve girêdayî ne.

Welatiya bi navê Zehra Emîn got: "Dewleta Tirk a dagirker bûyerên dawîn ên Dêrazorê li gor xwe bi kar anîn û bi rêya taybetmendiya herêmî ya êlî, xwest fitneyê derxe û êriş herêmê kir ji bo ku herêmên din dagir bike.”

Zehra wiha lê zêde kir: "Bi saya berxwedana pêkhateyên navçeyê û piştgiriya wan ji Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re, êriş û planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan hatin têkbirin."

Zehra destnîşan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker Rûsya bêdeng e û got: "Hebûn û tunebûna wê wek hev e, ji ber wê jî divê ew ji herêmê derkeve û em ê xaka xwe biparêzin."

Welatiyê bi navê Bercis Ezîz Îbrahîm got dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina herêmê bi tevahî cureyên çekan û ji hedefgirtina sivîlan û zarokan armanc dike

Bircus Ezîz Îbrahîm balkişand ser hedefgirtina herêmê û niştecihên wê bi tevahî cureyên çekan û got: "Em xaka xwe bernadin û em ê heta dawiyê çekê hildin û êrişan tê bibin û di eniyên şer de li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bin."

Zehra Mihemed jî îşaret bi pêvajoya hesas a ku herêm tê re derbas dibe kir û anî ziman ku ev pêvajo, pêvajoya hebûn û nebûnê ye.

Ji bo wê Zehra bang li pêkhateyên Til Temirê yên kurd, ereb, suryan û asûr kir ku li hember êrişan hevgirtî bî, têkoşînê mezin bikin û dev ji axa xwe bernedin ta ku dagirkeriya Tirk jê tê derxistin.

Her wiha Zehra da zanîn ku xelkê gundên rû bi rûyî êrişan bûn, ji malên xwe derneketin û got bi saya vê hevgirtinê li pêşiya dagirkeran li ber xwe didin û dê wisa berdewam bikin.

Herî dawî Zehra bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafiran bigire ji ber ku balafirên dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîlan hedef digirin.

(mh/şx)

ANHA