Piştî 3 hefteyan dê av bigihêje taxên Kobanê

Projeya peydakirina ava vexwarinê ji bo taxên Kobanê derbasî qonaxa xwe ya dawîn bû ku tê payîn herî zêde 3 hefteyên din av bigihîje welatiyan.

Piştî 3 hefteyan dê av bigihêje taxên Kobanê
13 îlon, 2023   07:16
KOBANÊ

Gerînendetiya Avê ya Herêma Firatê ji Cotmeha sala borî ve dest bi projeya peydakirina ava vexwarinê ji bo 3 taxên bajarê Kobanê kiriye. Projeya "Hewza Miştenûrê" bi armanca bidawîkirina zehmetiyan welatiyan di peydakirina ava vixwarinê de dest pê kir.  

Di projeyê de hewzeke avê li girê Miştenûrê hat avakirin û toreke nû ya avê li taxên şehîd Kawa, Botan Şerqî û Meqtelê hat dirêjkirin.

Gerînendetiyê, qonaxa pêşîn a projeyê bi dawî kir. Di vê qonaxê de, heykelê hewzê li girî Meştenûrê bi lêçûna 181 hezar dolarî û firehiya hezar û 400 metrekabî ava kir. Hewz derbasî qonaxa ceribandinê û komkirina avê bûye.

Berî çend rojan, proje derbasî qonaxa xwe ya dawîn bû ku werşeyên gerînendetiyê piştî dirêjkirina xetên sereke yên di navbera hewzê û taxan de, dest bi xebatên girêdana wan bi tora di nava taxan de kirin.

Gerînendetiyê destnîşan kir ku piştî 3 hefteyan wê av bigihêje welatiyan û dema tecrubeyê dest pê bike. Her wiha dê çavdêriya çekirina avê û toran bike.

(mh/şx)

ANHA