Nîşaneyên darbeya li dijî Colanî rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, gefên korîdora nû ya aborî ku dikeve xizmetî Çîn û Misirê kir.

Nîşaneyên darbeya li dijî Colanî rojeva rojnameyên erebî ye
13 îlon, 2023   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bi sernavê ′Nîşaneyên darbeyê li dijî Colanî′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha nivîsî: "Gelek hêman hene ku dihêle texmîna hewldana darbeyê li dijî Colanî bê kirin. Ji wan jî helwestên wê yên dudilî û devberdana wî ya hevkarên xwe da ku di aliyê kontrolkirin û belavkirina koma xwe de yekalî be û îmarata xwe fireh bike û herêmên li bakurê Helebê dagir bike. Li aliyekî din jî ′Artêşa Neteweyî′ ji mayîndebûna desthilata Colanî li ser aboriyê û kontrolkirina wî ya deriyên qaçaqciyê metirsîdar in. Dibe ku ev dewlemendî hevkarên nû teşwîq bike ku rê li pêş wî vekin û xwe di gundewarên Helebê de bi cih bike."

′KORÎDORA ABORÎ YA NÛ GEFAN LI AKTÎFBÛNA ÎNSIYATÎFA KEMBERÊ Û RÊYA ÇÎNÊ DIXWE′

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê ′Korîdora aborî ya nû gefan li însiyatîfa kemberê û rêya çînê dixwe′ nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku li gel hevrikiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Çînê li gelek aliyan de ev gaveke din pêk hat û di lûtkeya G20 de ya li Hindistanê li dar ketiye Çînê aciz kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku hevrikiya jeosiyasî di navbera Hindistan û Çînê de zêde bû. Bi taybet dema Hindistanê di lûtkeya G20 de korîdora nû yak u herêmên oqyanûsa Hindê û Hadî bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ve girê dide, pêk hat. Ew yek jî pêşeroja aktîfbûna însiyatîfa kemberê û rêya Çînê dixe cihê hevrikî û gumanê. Li gorî rojnameyê dê korîdora aborî têkiliyên bazirganî di navbera Washingtonê li Rojhilata Navîn bi New Delhi re li şûna Pekînê xurt bike.

′DI KORÎDORÊ DE YÊ HERÎ ZIRARÊ DÎTIYE MISIR E′

Rojnameya El Qudis jî li ser mijarê diyar kir ku di korîdorê de yê ku herî zirar dîtiye Misir e. Ji ber ku ew korîdor altarnatîfa Kanala Siwês e. Ev jî nîşaneyên kêmbûna dahatên Misirê ku ji kanalê qezenc dike.

(fr)