Dewleta Tirk penaberên din li Girê Spî bi cih kirin

Desthilatên Tirk beşeke din a penaberên Sûriyeyî ji xaka xwe ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve bi darê zorê şandin. Bi wê re hejmara penaberên bi darê di vê mehê de hatine şandin 980 penaber e.

Dewleta Tirk penaberên din li Girê Spî bi cih kirin
13 îlon, 2023   07:47
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna projeya xwe ya bicihkirinê li herêmên dagirkirî de bi armanca guhartina demografiya herêmê dewam dike. Wê yekê bi derxistina penaberên Sûriyeyî ji xaka Tirkiyeyê bi darê zorê û bi cihkirina wan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê pêk tîne.

Duh, dewleta Tirk a dagirker bi rêya deriyê sînor 320 penaberên sûriyeyî bi darê zorê ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve şandin û radestî çeteyên wê yên Polîsên Leşkerî kirin. Da ku wan li herêmên koçberan bi cih bikin.

Bi vê beşê re hejmara penaberên bi darê zorê di vê mehê de hatine şandin 980 penaber e.

Di meha borî de jî hezar û 490 penaber ber bi kantonê ve hatin şandin.

Ji dema berpirsên tirkan di Nîsana par de ragihandiye ku ew ê milyonek penaberên sûriyeyî ji xaka xwe ber bi herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ve bişînin, hejmara penaberên hatine şandin bû 26 hezar û 480 penaber.

(fr)

ANHA