Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîhrîcana Pêşbaziya Hespan

Li kantona Qamişloyê bi beşdariya 80 hesp û siwaran Mîhrîcana Pêşbaziya Hespan di 15′ê Îlonê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikeve.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîhrîcana Pêşbaziya Hespan
13 îlon, 2023   05:58
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Bi koordînaya Yekitiya Cotkar û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komeleya Hespên Erebî ya Herêma Cizîrê li bajarokê Til Marûf ê navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê Mîhrîcana 1′emîn a Pêşbaziya Hespan li dar dixe.

Di mîhrîcanê de xwediyên hespan ên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin. Her wiha li gorî komîteyan amadekar dê şêx, rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser û nûnerên rêveberiyê amade bin.

Îsal, Yekitiya Cotkar û Sewalvaniyê ji bo piştgirî bidin xwediyên hespan ji êm û dermanan re serjimariyeke giştî ji hespên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çêkir. Armanc jê jî hespên esîl ên li herêmê biparêzin, bi taybet piştî salên ziwanbûnê ku di ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbas bûne û dorpêça li ser herêmê.

Hevserokê Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûredîn Ebdullah diyar kir ku dê pêşbazî ji aliyê hejmara beşdar û hespên esîl ên ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve birêxistinkirî be.

Ebdullah destnîşan kir ku amadekarî baş hatiye kirin, bi taybet jî piştî Komeleya Hespên Esîl îsal hate damezrandin. Armanca damezrandina wê jî piştgiriyê bidin xwediyên hespan û wê neslên esîl bi pêş bixin û biparêzin.

Ebdullah aşkera kir ku di salên berê de pêşbaziyên hespan dihatin lidarxistin, lê ne birêxistinkirî û nefirehtir bûn. Lê îsal amadekarî baş hatiye kirin û bajarokê Til Marûf ji bo cihê wê ku li naverasta herêma Cizîrê ye, hate hilbijartin.

Dê di 15′ê Îlonê de pêşbaziya hespan li ser 8 geran li gorî temenê hespê beşdar saet di 08:00′an de li dar bikeve.

(fr)