NY: Tirkiye bi êrişên hewayî sivîlan dikuje

Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya NY’yê di rapora xwe de ku weşand, îşaret pê kir ku Tirkiye bi balafirên biçek ên bêmirov li Rojava sivîlan dikuje.

NY: Tirkiye bi êrişên hewayî sivîlan dikuje
12 îlon 2023   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY), bi civîneke çapemeniyê ku li Avahiya NY’yê ya li Cenevreyê çê kir, rapora xwe ya Sûriyeyê ya serdema 1’ê Çileyê-30’ê Hêzîrana sala 2023’yan eşkere kir. Wê di Rûniştinên Mafên ên 53’yemîn de ku wê 11’ê Îlonê dest pê bibin û heta 13’ê Cotmehê berdewam bibin bê rawestin.

LI KIRINA SÛCÊN ŞER DEWAM DIKIN

Serokê komîsyonê Paolo Pînheîro ku di civîna çapemeniyê de mafê axavtinê girt, bal diyar kir ku tundî li Sûriyeyê her ku diçe zêde dibe û Sûriye di warê aboriyê bi paş ve diçe û wiha got: ‘’Aliyên şer, sivîlên li herêmên di bin kontrola xwe de bi kêfî desteser dikin, êşkenceyê li wan dikin, bi zorê didin wendakirin û dikujin; anku li kirina sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dewam dikin.’’

 ‘BILA DAÎŞÎ WEK SÛCBARÊN ŞER Û QIRKIRINÊ BÊN DARIZANDIN’

Serokê Komîsyonê Pînheîro, behsa girtîgehên ku çeteyên DAÎŞ’ê tê de girtî ne û wargehên El Hol û Rojê ku malbatên wan lê tên girtin kir û bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên li Rojava girtî ne bigirin û çeteyên DAÎŞ’ê ji ber sûcên ku kirine bi awayekê adilane bidarizînin.

DEWLETA TIRK BI BALAFIRÊN BIÇEK ÊN BÊMIROV SIVÎLAN DIKUJE

Di raporê de îşaret pê hat kirin ku pevçûn di navbeyna dewleta Tirk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de zêde bûne û hat diyarkirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk bi taybetî li Heleb, Hesekê, Reqa, Eyn Îsa û Til Temirê sivîl ji canê xwe bûne.

SMO SÛCÊN ŞER DIKE

Di raporê de behsa binpêkariyên li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, hat kirin û hat diyarkirin ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) û hêzên girêdayê wê li dijî Kurdan sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dikin.

RAYEDARÊN TIRK BI XEDARÎ ÊŞKENCEYÊ LI KURDAN DIKIN

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku Kurd bi îdiaya girêdayê rêveberiya xweser in tên destgîrkirin û bi xedarî êşkence li wan tê kirin û Kurd bi zorê ji cih û warê xwe tên kirin.

Hat diyarkirin ku di encama vekolîna komîsyonê de derketiye holê ku li qerekolên li Serêkaniyê û Girê Spiyê ku dagirkirî ne, hêj jî leşkerên Tirk hene û rayedarên leşkerî yên Tirk bi xedarî êşkenceyê li Kurdan dikin.

TIRKIYE DIVÊ BI HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BIKE

Di raporê de hat diyarkirin ku ji binpêkariyên li herêmên dagirkirî Tirkiye jî berpirs e û divê Tirkiye bi li gor hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî tevbigere û bi binbariyan ve ku di nav hiqûqa navneteweyî de ne girêdayî bimîne. Li cihên erkdarên wê lê ne divê rê li ber êşkenceyê bigire.