ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-9-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-9-2023
12 îlon 2023   23:00

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê got, pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk û hevgirtin rêya yekane ya şikandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedaran destnîşan kir ku QSD'ê hemû planên li dijî aramiya herêmê têk birin û derbeyeke mezin li dijmin da. Lê belê bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle Tirkiye komkujiyên dîtir pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kantona Qamişlo amadekariya Mîhrîcana (pêşbirg-cirîd) Hespên Resen li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 80 hesp û siwar dike. Mîhrîcan dê 15'ê Îlonê de dest pê bike.

Werzîşvanan destnîşan kir ku avakirina yarîgehên giyayî li Qamişlo bi awayeke mezin qada werzîşê ya herêmê pêş dixe û destekê dide dibistan û tîmên futbolê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê bi zêdetirî 300 topan û 8 êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek hedef girtin. Di encamê de 6 sivîl birîndar bûn û zêdetirî 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da. Her wiha di bersivandina Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de li hember êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker, zêdetirî 25 çete hatin kuştin.

Projeya peydakirina ava vexwarinê ji bo taxên Kobanê derbasî qonaxa xwe ya dawîn bû ku tê payîn herî zêde 3 hefteyên din av bigihîje welatiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Felaketên kujer ku ji ber guhertina avhewayê di 15 salên dawîn de çêbûne, bûn sedem ku b 315 milyon kes koçber bibin. Salane 21 milyon kes koçber dibe. Her wiha di encama wan felakatan de jî, derdora 2 milyon kes jiyana xwe ji dest da, zirarên aborî li cîhanê hatin ku digihêje 120 milyar dolarî di nîvê yekemîn ê 2023`yan.

Ji ber têkiliyên wî yên vekirî û veşartî yên bi bi rayedarên Yekitiya Ewropa, Tirkiye, Fransa û Azerbaycanê re, têkiliyên serokwezîrê Ermenistanê û Rûsyayê paşketine.

Şêniyên Reqayê ji bo piştgiriya QSD`ê derdikevin xwepêşandanê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Reqayê panelek bi navnîşan “Psîkolojiya Jin û Mêr” li avahiya meclisê ya li Reqayê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwan û Werzîşê semînereke bi navnîşan “Guheritnên civakî û olî û çandî” li hila Tac a Reqayê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA