Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Xidir

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Xidir û got ew ê heta serkeftinê li ser rêça şehîdan bin.

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Xidir
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Xidir
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Xidir
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Xidir
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Xidir
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şehîd Ehmed El Xidir
6 îlon, 2023   10:21
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîdê QSD′ê Ehmed El Xidir (Seqir). Şehîd Seqir di Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li Dêrazorê 1′ê Îlonê de şehîd bûbû.

Li Qada Şehîdan a taxa El Muftî konê sersaxiyê hate vedan. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Necah He was axivî û got: "Em di şexsê şehîd Ehmed El Xidir de tevahî şehîdên azadiyê yên di oxira rizgarkirina gel û xakê de canê xwe daye, bi bîr tînin."

Necah wiha domand: "Armanca şaneyên çeteyan li Dêrazorê fitneyê derxin, derbe li ewlehiyê bidin, projeya neteweya demokratîk têk bibin."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Ziyab Îbrahîm jî axivî û wiha got: "Dijmin çi qas hewl bidin û bi hemû rêbazan êrişî me bikin, ew nikarin vîna me bişikînin û me lawaz bikin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA