Şervanên Minbicê erebeyeke çeteyan rûxand, çek û cebilxane desteser kirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad bersiva êrişên çeteyan êrişî gundên rojavayê Minbicê kirine da, her wiha gelek çete hatin kuştin, cebilxane hate desteserkirin û erebeyeke wan hate rûxandin.

Şervanên Minbicê erebeyeke çeteyan rûxand, çek û cebilxane desteser kirin
6 îlon, 2023   11:21
MINBIC

Hêzên Meclisên Minbic û Cebhet El Ekrad ji vê sibehê ve şerekî tund li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku hewl didan bikevin gundên Boxaz û Biwêhêc, pêk tînin.

Di dîmenên ajanse me bi dest xistin de, piştî çete hatin kuştin û bi dehan revîn, erbeyeke wan li aliyê gundê Boxaz hatiye rûxandin, çek û cebilxaneyên wan jî hene.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, hewldana ketina çeteyan li gundê Boxaz hate têkbirin û bi dehan hatin kuştin.

(fr)

ANHA