​​​​​​​Li Minbicê bi dehan çeteyên Tirkiyeyê hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Minbicê têk bir û agahî hene ku bi dehan çete hatine kuştin.

​​​​​​​Li Minbicê bi dehan çeteyên Tirkiyeyê hatin kuştin
6 îlon, 2023   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Minbicê dane, beriya çend kêliyan Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên Biwêhic û Boxaz ên rojavayê Minbicê têk bir.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî ji nûçegihanê me re aşkera kiriye, bi dehan çete hatin kuştin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê danê siharê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku, "Hêzên wan tevger û bicihbûna çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam/Cebhet El Nusra ya berê′ ku di lîsteya terorê ya cîhanê de li derdora Minbicê şopandin, bi taybet li gelek gundên rojava-bakurê Minbicê, nemaze jî li gundên Yaşlî û Şêx Nasir (19 kîlmetreyan dikevin bakurê rojavayê Minbicê).

(fr)