`Hewldanên derxistina tevliheviyê û şikandina vîna gelan bi bin ketin`

Şêniyên Hesekê cenazeyê 2 şehîdên QSD`ê bi merasîmeke bi heybet oxir kirin û gotin hewldanên derxistina tevliheviyê û şikandina vîna gelên herêmê bi bin ketin.

`Hewldanên derxistina tevliheviyê û şikandina vîna gelan bi bin ketin`
`Hewldanên derxistina tevliheviyê û şikandina vîna gelan bi bin ketin`
`Hewldanên derxistina tevliheviyê û şikandina vîna gelan bi bin ketin`
`Hewldanên derxistina tevliheviyê û şikandina vîna gelan bi bin ketin`
`Hewldanên derxistina tevliheviyê û şikandina vîna gelan bi bin ketin`
`Hewldanên derxistina tevliheviyê û şikandina vîna gelan bi bin ketin`
5 îlon, 2023   19:07
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, tev li merasîma oxirkirina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ehmed El Xidir (Saqir) û Basil El Hesen (Mezlûmxan) bûn. Her du şehîdan di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de li Dêrazorê 1`ê Îlonê şehîd bûbûn.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawî axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Rûdanên li Dêrazorê, tenê bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê ye. Ji bo bersivandina van komployan jî, rola mezin a yekitiya gelê herêmê ye.”

Ji fermandarê hêzên leşkerî yên Hesekê Hemîd Hesen axivî û diyar kir ku hewldanên derxistina fîtneyê û têkbirina ewlehiya herêmê û şikandina vîna gelên herêmê bi bin ketin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Ehmed El Xidir li Goristana Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir kir. Lê cenazeyê şehîd Basil El Hesen dê li goristana gundê Xankê yê Holê were veşartin.

(şx)

ANHA