ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-9-2023
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-9-2023](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202309/191227_.jpg)
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan destnîşan kirin ku ramana Rêber Abdullah Ocalan, gihaşt cîhanê û dijmin ji felsefeya wî ya azad ditirse. Endaman, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Pêkhateyên Minbicê diyar kir ku ew ê bi hevgirtinê û yekitiya xwe hemû planên li dijî herêmê têk bibin, her wiha soz da ku ew ê li dijî hemû êrişên dagirkieriyê û hewldanên derxistina fitneyan têkoşînê bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan piştgiriya hewldana QSD′ê kir ku bi rêya operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ dixwaze ewlehî û îstîqrarê li Dêrazorê bisepîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Serokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê rojavayê Dêrazorê destnîşan kir ku tiştê li Dêrazorê dibe bi destê xayînan tê kirin û got: "Ew hewl didin aramiya herêmê têk bibin û ji bo ku fîtneyê kûrtir bikin, li ser çapemeniyê rastiyê berovajî dikin û ev rewş weke şerê di navbera kurd û ereban de nîşan didin. Lê belê gel ji van kiryaran mezintir e û xwe ji van kiryaran dûr dixe." (BI WÊNE Û DÎMEN)
Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê 3 navendên nû yên girêdayî Peymangeha “Yunus Emre” vekirin. Ev peymangeh pirsporê belavkirina ziman û çanda Tirkî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Şêniyên Hesekê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanên QSD`ê Ehmed Mihemed El Xidir û Basil Ayid El Hesen dibin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Ji bo piştgiriya QSD`ê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê û MSD`ê panelek bi dirûşma “Na ji fitneyê re erê ji xurtkirina yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re” li xwaringeha Marbîla ya Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Rûspiyên êlên bajarokê Tenûriye yê Qamişloyê, der barê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de civînekê li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê bi navnîşan “Koçber, sedem, encamp û rêbazên sekna li hemberê” panelekê li navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Meclisa Civakî ya Ermen, ji bo qurbaniyên qirkirinên ermen û suryanên asûr ên sala 1915`an, çalakiyeke protestoyî li qada Sîtî Bas a Hesekê li dar dixe saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)