​​​​​​​Di topbarana dewleta Tirk de li Hiwêcayê welatiyek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hiwêca yê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû.

​​​​​​​Di topbarana dewleta Tirk de li Hiwêcayê welatiyek birîndar bû
5 îlon, 2023   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me li herêmê ragihand ku welatiyê bi navê Xelîl Îbrahîm El Hemed (23) ê ji gundê Hiwêce yê rojhilatê Eyn Îsayê di encama topbarankirina gund de birîndar bûye.

Her wiha da zanîn ku El Hemed li nexweşxaneya Watanî ya Reqayê tê dermankirin.

(şx)