​​​​​​​Matay Hana: Hêzên me li hember tevahî êrişan amade ne

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hana got armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li eniyên şer, derxistina tevliheviyê hemwextî lidarxistina operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ye. Her wiha diyar kir ku hêzên wan li hember tevahî êrişan amade ne.

​​​​​​​Matay Hana: Hêzên me li hember tevahî êrişan amade ne
4 îlon, 2023   04:35
HESEKÊ

Li gel berdewamiya operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêmên Dêrazorê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êriş jîngehan dikin.

Li navçeya Til Temirê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 gund kirin hedef. Lê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiv da wan êrişan. Di encamê de zirarên mezin li çeteyan çêbûn û ew neçar bûn ku birevin.

Têkildarî êrişên li dijî herêmê, berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hana ji ajansa me re axivî: “Piştî ku QSD`ê operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` li dijî şaneyên terorîst û bazirganên narkotîkê li Dêrazorê dest pê kir, tevliheviyeke ewlehiyê çêbû. Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş eniyên bakur kirin.”

Hana ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk û çeteyên wê, gelek caran hewl dan derbasî navendên QSD`ê bibin, bi çekên giran eniyên şer kirin hedef. Lê şervanên QSD`ê, bi lehengî bersiv da wan hewldanan ku herî dawî duh bû. Dema êriş gundên Til Temirê kirin û ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve hatin têkbirin.”

Matay Hana got: “Hêzên me darbeyên giran li çeteyan dan ku gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn. Dawiyê neçar man paşde vegerin. Agahî li ber destê me hene ku kuştiyên wan pir in ji ber ku gelek çete di şerê li gel hêzên me de, bi giranî birîndar bûne.”

Matay Hana destnîşan kir ku êriş û hewldanên çeteyan, li gor berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û aliyên dijber in ku dixwazin tevlihevî û fitneyê li herêmê belav bikin.

Hana wiha domand: “Me tevgera aliyên dijbarî herêmê û Rêvebeirya Xweser li Dêrazorê dît ku dixwazin li herêmê şerekî taîfî di navbera kurd û ereban de çêkin. Lê baldariya rûspiyan, rêveberiya aqilane ya hêzên me, ev plan bi temamî têk birin.”

Di dawiyê de Hana got: “Hêzên me li hember tevahî êrişên li dijî destkeftiyên gel û ewlehiya herêmê, amade ne.”

(şx)

ANHA