`Yên li ser ramana Rêbertî perwerde bûne nayên binkeftin`

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi vîn û berxwedanê em ê komploya li Rêber Apo têk bibin” xwepêşandanek li dar xist.

`Yên li ser ramana Rêbertî perwerde bûne nayên binkeftin`
3 îlon, 2023   18:08
HELEB

Bi sedan xelkê her du taxan, partî, saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bûn. Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir.

Xwepêşandan li qada Şehîd Delîla ya li rojhilatê taxê veguherî mitingê. Di mitingê de, endamê Komîteya Rûspiyan şêx Elî El Hesen axivî û got: “Bi vîn û berxwedan em dê komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têk bibin.”

Elî destnîşan kir ku bûyerên li Dêrazorê û komplo bi hev ve girêdayî ne û wiha domand: “Yên dixwazin fitneyê di navbera QSD û êlên Dêrazorê de belav bikin, rejîma Sûriye, Îran, şaneyên DAIŞ`ê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker in. Lê tevahî planên wan bi bin ketin.”

Der barê sedemên derxistina fitneyê di nav herêmê de, Elî got: “Ji ber ku xelkê wan herêman, xwedî li fikrê Rêber Abdullah Ocalan, derket. Projeya neteweya demokratîk, kir pratîkê, Rêveberiya Xweser ava kir, rewşa aboriyê li wir jî ji yên herêmên din ên Sûriyeyê baştir e. Ji ber wê, dixwazin fitneyê belav bikin da ku van destkeftiyan têk bibin.”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Velentîna Ebid jî got: “Ji du salan ve dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike. Di ser de jî cezayên dîsplînê lê dibire. Em vê danûstandina pê re red dikin.”

Velentîna îşaret bi hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên girankirina tecîrdê kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatê, armanc dike Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe û pergala xwe ya kapîtalîst biparêze ku Rêbertî li hemberê tê dikoşe.”

(şx)

ANHA