​​​​​​​′Şervanan kurê min derman kir û me birin cihekî ewle′

Kesê ji êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker rizgar bûye, spartiya Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin û got: "Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kurê min rizgar kir, birîna wî pêçandin, me birin cihekî ewle."

​​​​​​​′Şervanan kurê min derman kir û me birin cihekî ewle′
4 îlon, 2023   00:45
MINBIC

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji 1′ê Îlonê ve  êrişî gundên rojava û bakurê bajarê Minbicê dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan didin. Di encamê de 5 welatî şehîd bûn û 4 welatiyên din jî birîndar bûn.

Şêniyên Minbicê diyar kir ku ew xak û rûmeta xwe diparêzin û dê serketin para wan be.

Welatiya bi nave Sebah Ebdulkerîm ê ji gundê Ereb Hesekê yê ku di 1′ê Îloanê de bi çekên giran hatibû topbarankirin got: "Mala nêzî birca şopandinê ye. Gundê me ji saet 5 ê sibeha ve hate saetên dereng ên rojê bi dijwarî hat topbarankirin. Topek li nêzî mala min ket û kurê min ji lingê xwe ve birîndar bû."

′KURÊ MIN DERMAN KIR Û WÎ BIRIN CIHEKÎ EWLE′

Sebah Ebdulkerîm da zanîn ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di dema guncaw de hatin, birîna kurê min pêçandin û wî birin cihekî ewle ku heta saetên êvarî li wir ma. Her wiha diyar kir ku piştî êriş hinekî kêm bû, şervanan ew ji gund derxist û wan birin gundê Zenqelê û xeterî li ser wan rakirin.

Sebah a ku mala wê hat topbarankirin got: "Niha em bê cih in. Çima ew sûcdar êrişî me dikin? Em mirov in, çima bi vê hovîtiyê me topbaran dikin. Em dua ji zarokên xwe yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikin ku li hemberî çeteyan bi ser kevin, ji ber ku ew zarokên me ne û mafê wan heye şêniyên xwe biparêzin."

Sebah Ebdulkerîm diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji êrişên ketober ew e ku şêniyan bidin koçberkirin û wiha domand: "Em teqez dikin ku dê zarokên me yên di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de vê zulmê li ser me rakin û dê me vegerînin malên me."

Zarokê bi nave Bekar Şêxedîn (12) yê di êrişê de birîndar bûye û li nexweşxaneyeke Minbicê tê tedawîkirin got: "Em li ber mala xwe bûn û topek li nêzî me ket, ji ber parçeyên topê ez birîndar bûm û xwîn ji lingê min diherikî. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tavilê av li rûyê min kirin û birîna min pêçandin. Piştre em jig und derxistin û birin cihekî ewle."

(bb)

ANHA