Şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şûcai Ebdulkerîm El Hezai yê  ku 1′ê Îlonê di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dilşêr a li navçeya Tirbespiyê hat veşartin.

Şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hat oxirkirin
Şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hat oxirkirin
Şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hat oxirkirin
Şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hat oxirkirin
Şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hat oxirkirin
Şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hat oxirkirin
Şehîdekî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ hat oxirkirin
3 îlon, 2023   11:37
QAMIŞLO

Şêniyê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şûcai Ebdulkerîm El Hezai yê  ku 1′ê Îlonê di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dilşêr veşart.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Amir Remo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser rola şehîd El Hezai di operasyonê de û keda ku daye. Remo anî ziman ku ew ê têkoşînê berdewam bikin heta ku ewlehî û aştî li herêmê werin mîsogerkirin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Leşkerî ya Kantona Qamişloyê Mihemed Zêdan jî axivî û got: "Fedakariyên ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin, xwîna pêkhateyan a di rêya parastina herêmê ji êrişên hundir û derve û hewldanên derxistina fitneyan de tev lihev bûye, nîşaneya hevgirtinê ye."

Apê şehîd  Şûcai El Hezai, Remedan El Hezai jî got: "Em amade ne di rêya parastina herêmên xwe ji komployên derve de hîna berdêlan bidin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd El Hezai hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA