Malbatên şehîdan: Em li hemberî êrişan bibin mertalên xurt

Malbatên şehîdan ên li Minbicê diyar kirin ku ew ê li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hewldanên derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiya herêmê bibin mertalên xurt.

Malbatên şehîdan: Em li hemberî êrişan bibin mertalên xurt
3 îlon, 2023   11:13
MINBIC

Malbatên şehîdan ên li bajar û gundewarên Minbicê kom bûn û bi daxuyaniyekê  êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. Malbatên şehîdan diyar kir ku dewleta Tirk her timî hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe.

Di daxuyaniya malbatên şehîdan de behsa koçberkirina niştecihên resen û guhertina demografîk hate kirin, ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk heta hîna terorê hembêz dike û dîroka wê bi pêkanîna komkujiyan  dagirtî ye. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe û xirabkirina gorên şehîdan hemû nirxin exlaqê û pîvanên ola îslamê bin pê dike.

Malbatên şehîdan pirsa bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî kir û got: "Ji van sûcan kesên îdiaya mirovahiyê dikin li ku derê ne? rêxitinên mafên mirovan li ku derê ne? Ji bêdengiyê re êdî bes e, hûn bi vê bêdengiya xwe dibin hevkarên sûcan."

Malbatên şehîdan bang li raya giştî ya cîhanê, hêzên navneteweyî û kesên xwedî wijdan kir kirin ku rê li ber kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakurê Sûriyeyê bigirin.

Malbatên şehîdan di dawiyê de gotin: "Em malbatê şehîdan me bedêl dan. Ji bo azadiyê û rizgarkirina xaka xwe em ê hîna jî berdêlan bidin. Em ê li hemberî êrişên li ser rûmeta xwe, xaka xwe û mîraseya şehîdên xwe bibin mertalên xurt."

(bb)

ANHA