​​​​​​​Li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir

Saziyên Civaka Sivîl ên Helebê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bang xurtkirina têkoşînê kir.

​​​​​​​Li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir
3 îlon, 2023   11:53
HELEB

Endamên Saziyên Civaka Sivîl ên Helebê li pêşiy navenda xwe ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hatin gel hev û bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullha Ocalan şermezar kir.

Hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yê li girtîgeha Îmraliyê hatine ragirtin,  negirtina agahiyan ji wan, her wiha nameyên gefxwarinê yên bênav ên jehrîkirina rêbertî, ji bo dostên û alîgirên pradîgmaya wî  bûye cihê fikaran.

Di daxuyaniyê de hate gotin:  "Em Saziyên Civaka Sivîl ên  Helebê bi rewşenbîr, hiqûqnas, bijîşk û tevahî yekitiyê wê bang li hêzên nîştimanî, demokratîk û bawermendên pradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dikin ku têkoşîna siyasî, dîplomasî û hiqûqî xurt bikin. Ji ber ku dewamkirina van çalakiyn li tevahî cîhanê dê bi xwe encamekê bîne,  dê hevsengiyekê çêke, rejîmên dewletî yên olîgarşî têk bibe û dê nirxên demokratîk û civakî bi ser bikevin.

Di daxuyaniyê de behsa hewldanên derxistina fitneyan di nava gel û pêkhateyan de, bi taybetî hewldana derxistina fitneyê di nava eşîr, mezhebe û neteweyên li Dêrazorê de hate kirin û wiha hat domandin: ′′Lê dê ev hewldan bi bin bikevin, ji ber ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a xwe dispêre fikra Rêber Abdullah Ocalan ji bo gel û pêkhateyên Sûriyeyê û herêmê giştî bûye hêviya yekane."

Di dawiyê de hate gotin dewleta Tirk û tevahî dewletên beşdarî dîlgirtin û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bûne bi van siyasetên xwe îsbat dikin ku rola rêbertî li rewşên siyasî, aborî û civakî li Tirkiyeyê, Kurdistan û herêmê giştî xwedî bandoreke mezin e.

(fr)

ANHA