Desteya Perwerdê ya Firatê beşên elektron û kehrebe vekirin

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firtê ragihand di qonaxa amadehî ya perwerdeyê de beşên kehrebe û elektron vekirine.

Desteya Perwerdê ya Firatê beşên elektron û kehrebe vekirin
3 îlon, 2023   10:57
KOBANÊ

Endamê Desteya Perwerdê ya Herêma Firatê Mistefa Adil got Desteya Perwerdeyê deriyên xwe li pêş xwendekarên ku dixwazin xwe li beşên kehrebe û elektron ên qonaxa amadehî de qeyd bikin, vekirin.

Li gorî Adil, xwendekar dikarin ji îro de xwe li van her beşan qeyd bikin û şertê xwendina li van beşan ew e ku xwendekar asta navîn a xwendinê qedandibin.

Mistefa Adil anî ziman ku amadekariyên vekirina Dibistana Şehîd Akif a Sînaî a her du beşan salekê dewam kir û diyar kir ku wê di nava hefteyekê de dibistan fermî were vekirin.

Li dibistana kehrebe û elektron alavên herî nûjen hene û kadroyên perwerdeyê jî ji derçûnên peymangehên teknîkî ne.

Xwendekarên dibistana kehrebe û elektron  dê karibin di pêşerojê de derbasî peymangehên teknîkî bibin.

(fr)

ANHA