Xwepêşandanên Siwêdayê di roja 15′an de dewam dikin

Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe yên bi banga guhartina siyasî ya giştî ya li gorî biryara 2254′an û hilweşîna rejîmê dewam dikin.

Xwepêşandanên Siwêdayê di roja 15′an de dewam dikin
3 îlon, 2023   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Siwêda û gundewarên wê xwepêşandan di roja 15′an de dewam dikin. Li Qada Keramê ji saetên sibehê ve şêniyên gund û bajarokan berê xwe da navenda bajêr ku beşdarî protestoyan bin. Di prosteyê de banga guhartina siyasî ya giştî ya li gorî biryara 2254′an û hilweşîna rejîm hate kirin.

Xwepêşandêran diruşmêna "Guhartina aştiyane û veguhastina siyasî", "Hilweşe rejîm" û "Em dixwazim bi rûmet bijîn" berz kirin.

Mîna rojên berê di xwepêşandanan de jin bi girseyî beşdar bûn. Ew yek di dîmen û wêneyên li ser malpera Siwêda 24 de aşkera bûn.

 (fr)