Koordînasyona Zarokan êrişên  dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin

Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û qetilkirina zarokan şermezar kirin. Koordînasyonê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî parastina mafên mirovan û zarokan kir ku êrişan rawestînin.

Koordînasyona Zarokan êrişên  dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
3 îlon, 2023   10:45
QAMIŞLO

Koordînasyona  Zarokan a Herêma Cizîrê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarên Minbicê û qetilkirina 4 zarokan li Minbicê di Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxuyaniyek da.

Bi dehan endam û rêveberên jin ên Rêxistina Mafên Mirovan, Desteya Jinan, Meclisa Edaleta Civakî, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, Komeleya Stêrk a Şopandina Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan li ber avahiya Desteya Jinan a li bajarê Qamişloyê kom bûn. Endama rêveber a Nivîsgeha Paratina Zarokan a Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nûdem Şero bi zimanê erebî û endama rêveber a Komeleya Strêk Cûliya Xelo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de behsa sûcên qetilkirin, revandin, tundiya zayendî û sûcên li dijî zarokan hate kirin  ku artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî  û herêmên Rêveberiya Xweser pêk tînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di Roja Aştiyê ya Cîhanê de careke din dewleta Tirk a dagirker mîsaq, peyman û qanûnên navneteweyî bin pê kirin û hate diyarkirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker 1′ê Îlonê êrişî gundê Muhsenlî yê li bakurê rojavayê Minbicê kir û 4 zarok qetil kirin.

Duh jî çeteyên dagirkeriyê êrişî gundewarên bakurê Minbicê kirin, di encamê de jin jî di nav de hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn. Di heman demê de komeke çeteyan êrişî maleke welatiyan li mezreya Mihamîd kir  û bi kêran li jineke 70 salî da. Di encamê de ew û hevjîna zarokekî wê qetil kir û 2 bira ji heman malbatê revandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji dema avabûna Rêveberiya Xweser ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser tevahî pêkhateyên herêmê nesekinîne û hate diyarkirin ku civata navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî van êrişan dibe hevkarê dewleta Tirk.

Di dawiya daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê nexasim li ser zarokan hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û zarokan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û dawîn li qetilkirina zarokan bînin.

(fr)

ANHA