​​​​​​​Dagirkeran êrişên xwe li ser gundewarê Til Temirê berfireh kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundênTil Temirê didomînin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişan didin û şerekî dijwar diqewime.

​​​​​​​Dagirkeran êrişên xwe li ser gundewarê Til Temirê berfireh kirin
3 îlon, 2023   08:44

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wê ji saetên vê sibehê êrişî gundê Tewîla, Til Temîl û Xemsîn dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temir bersiva êrişan didin û şerekî dijwar rû dide. Di encama bersivdayînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Şer li van gundan dewam dike. Artêşa Tirk û çeteyên wê tevî gundên navborî gundê Gozeliyê jî bi obîsan topbaran dikin.

(bb)

ANHA