Ciwanên şoreşger kiryarên rejîma Tirk şermezar kirin

Ciwanên şoreşger kiryara desthilata dewleta Tirk a radestkirina hestiyê gerîlayekî HPG′ê di qutiyekê de bo malbata wî şermezar kir.

Ciwanên şoreşger kiryarên rejîma Tirk şermezar kirin
3 îlon, 2023   09:10
KOBANÊ

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dehan şêniyên herêma Firatê duh derengî şevê li qada Jina Azad a li bajarê Kobanê kom bûn. Girse bi çalakiyekê radestkirina hestiyên şehîdê HPG′ê Yilmaz Uzun  di qutiyekê de bo malbata wî şermezar kir.

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) tevî 5 hevalên xwe di sala 2020’an de li Sêrtê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk  de şehîd bûbû.

Di çalakiyê de wêneyên Tohildan Tekman hatin hildan. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Mihemed axivî û got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk sûcekî bi vî rengî dike. Heman tiştî bi 4 gerîlayên din kirin û cenazeyên wan di sendoqên biçûk de radestî malbatên wan kirin. Ev kiryar dermirovî ye û em qebûl nakin. Em ê li hemberî zihniyeta faşîzm a dewleta Tirk tê bikoşin."

(bb)

ANHA