Di xwepêşandanên li Kerkûkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

​​​​​​​Ji ber alozî û xwepêşandanên duh ên li Kerkûkê, heta niha 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Di xwepêşandanên li Kerkûkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
3 îlon, 2023   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî Kurdên Kerkûkê li taxa Rehîmawa li dijî girtina rêya sereke ya di navbera Kerkûk-Hewlêrê de ku ji aliyê tifaqa PDK’ê Tirkmenên Eniya Tirkmen ya faşîst, Sunniyên selefî yên xwedî hişmendiya rejîma Baas weke leyistikek ya derxistina kaosê li dijî PDK’ê xwepêşandanan dikin, xwepêşandan kirin û xwestin rê li trafîkê bê vekirin.

Piştre hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşandêran gule bi ser xwepêşanderên Kurd de barandin.

Li gor amarên dawîn, di encama gulebarana hêzên Iraqê de 4 ciwanên Kurd ên bi navên Hawkar Ebdullah, Hisên Sabîr, Heval Star û Hawrê Ekber jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 15 kesên din jî bi guleyan birîndar bûne.

Piştî aloziyan, li ser biryara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî qedexeya derketinê li Kerkûkê hatibû ragihandin. Di saetên sibehê de jî dawî li qedexeya derketinê hat anîn û niha rewş li Kerkûkê arame.

Tê payîn îro parlamenterên Kerkûkê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re bicivin. Wê di civînê de hemû nûnerên pêkhateyên Kerkûkê amade bin, rewşa dawî ya li Kerkûkê û dawî anîna aloziyan were axaftin.