Di Mîhrîcana Zarokan de reseniya çanda gelên herêmê

Endamên komên hunerî yên Ereb û Suyran destnîşan kirin ku bi tevlêbûna xwe di Mîhrîcana Zarokan de dixwazin çanda hunerî û civakî ya pêkhateyên herêmê nîşan bidin û piştgiriyê bidin behreyên zarokan.

Di Mîhrîcana Zarokan de reseniya çanda gelên herêmê
Di Mîhrîcana Zarokan de reseniya çanda gelên herêmê
Di Mîhrîcana Zarokan de reseniya çanda gelên herêmê
Di Mîhrîcana Zarokan de reseniya çanda gelên herêmê
3 îlon, 2023   06:12
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Mîhrîcana 8`emîn a Zarokan bi dirûşma “Zarok keziyên hûnandî yên azadiyê ne” 1′ê Îlonê li bajarokê Rimêlanê dest pê kir. Di mîhrîcana îsal de komên hunerî yên Kurd, Ereb û Suryan ji tevahî bajar û navçeyên kantona Qamişloyê beşdar bûn.

Ji komên ku beşdarî mîhrîcanê bûne, koma govendê ya Lamîta ya Dar Tûma Nehriyo ya Zarokên Suryan a ji navçeya Tirbespiyê bû. Têkildarî wê, endama rêveberiya Komeleya Çanda Suryan Pîrola Yusif got: “Îsal me xwest çanda Suryan vejînin. Pêkhateyên herêmê bi paşguhkirinê rû bi rû bûn, lê ev mîhrîcan bû wesîleyek ku pêkhate çanda xwe pêşan bidin.”

Pîrola wiha domand: “Îsal mîhrîcan balkêş bû ku ji tevahî bajar û navçeyên kantona Qamişloyê, kom amade bûn. Ev xwişk û biratiya gelan a li herêmê nîşan dide û destnîşan dike ku ji bo parastina civaka xwe divê em bibin yek û vê yekitiyê berdewam bikin. Mîhrîcan firsendeke ku çandên herêmê ji tunebûnê biparêzin. Em spasiya tevahî beşdaran dikin.”

Di mîhrîcana îsal de, Koma Esalêt El Badiye (Reseniya Beyarê) ji navçeya Til Hemîs û Koma Şanoyê ya Til Hemîsê beşdar bû. Endama Rêveberiya Navenda Çandê ya Til Hemîsê Muna Xilêwî got komên beşdar ên Til Hemîsê hewl dan ku çanda resen a Ereb a herêma xwe nîşan bidin û wiha pê de çû: “Tevlêbûna tevahî pêkhateyan û pêşandana çanda xwe, hişt ku ev mîhrîcan cuda be.”

Muna diyar kir ku li gel şer, dorpêç û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, mîhrîcan li dar ket û zarokan bi tevlêbûna xwe bersiv da wan hewldanan û yekitiya gelên herêmê nîşan da.

Muna wiha di dawiyê de axivî: “Xebatên ji bo pêşxistina behreyên zarokan berdewam in. Bi hêvî me ku di mîhrîcanên bê de tevlêbûn xurttirk be.”

(şx)

ANHA