Êrişa dagirkeran  a li ser Eyn Îsayê hat têkbirin

Artêşa Tirk a dagirker û  çeteyên êrişî 2 gundên navçeya Eyn Îsayê kirin. Di encama bersivdayînê de çeteyek hat kuştin û yekî din birîndar bû.

Êrişa dagirkeran  a li ser Eyn Îsayê hat têkbirin
3 îlon, 2023   07:58
EYN ÎSA

Îro saet di 06:40’an de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji bejahî ve êrişî gundê Sigêro yê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û rojavayê gundê Tirwaziyê kirin.

 Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bersiva êrişê dan û şerekî dijwar  derket ku hetanî seat 09:00’an berdewam kir. Di encama şer de çeteyek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû. Êrişa artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên hat têk birin.

Çeteyan di heman demê de noqteyeke hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û yekî din birîndar bû.

(bb)

ANHA