Di êrişa çeteyan li dijî Minbicê de 5 welatî şehîd bûn

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî bakur Minbicê de 5 welatî şehîd bûn. Her wiha hate ragihandin ku çeteyan 2 birayên hev revandine.

Di êrişa çeteyan li dijî Minbicê de 5 welatî şehîd bûn
2 îlon, 2023   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êriş bakur rojavayê Minbicê kir. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êriş da û têk bir.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di encama êrişên çeteyan de hin welatî şehîd bûn û hin din jî birîndar bûne.

Hin çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan bi ser mala welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah a li Mezraya Mehmûd de girtiye, bi kêrê êriş pirejina bi navê Fatme El Hac Mihemed El Xilêf (70) kiriye. Di encamê de pirejin û hevjînekî kurê Mihemed Îbrahîm El Hac Ebdullah şehîd dibin. Her wiha 2 birayên malbatê; El Hac Ebdullah û birayê wî Ehmed revandine.

Di heman demê de nûçegihanê me aşkera kir ku di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ku ji duh ve li dijî gundewarê Minbicê berdewam e, 5 welatî şehîd bûne û 4 din jî birîndar bûne.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê, demeke berê ragihandibû ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker saet di 17:00`an de êriş bakurê Minbicê kiriye û meclisê bersiva êrişan daye.

(şx)

ANHA