Jinekê ji ber ambargoya hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Emîne Hebîb ya nexweşiya şekir pê re hebû ji ber ambargoya hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Jinekê ji ber ambargoya hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da
3 îlon, 2023   02:06
ŞEHBA –CÛDÎ SÎPAN

Welatiya bi navê Emîne Hebîb ji 20 salan ve nexweşiya şekir pê re bû, roja pêncşemê ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, jiyana xwe ji dest da.

Dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê ku di sala 2018′an de hatin kirin, Emîne Hebîb a ji gundê Basûfan ê navçeya Şêrawayê xwarin li ser agirê paporê amade dikir û papor pê ve diteqe. Ji ber teqîna paporê Emîne ji lingekî xwe ve bi giranî birîndar dibe.

Ji ber tunebûna bijîşkan û elaqeya tenduristiyê, bi taybetî di qonaxa piştî dagirkirina Efrînê û koçberiya ber bi Şehbayê ve Emîne ji lingê xwe yê birîndar ve dibe.

Beriya çend rojan Emîne ji ber nexweşiya şekir li nexweşxaneya Avrînê di bin çavdêriya awarte de bû, lê ji ber kêmbûna derfetên li nexweşxaneyê ji lingê xwe yê din bû û jiyana xwe ji dest da.

Çend roj beriya ku jiyana xwe ji dest bide, Emîne li nexweşxaneyê rewşa xwe bi me re parve kir. Diyar kir ku rêjeya şekir li cem wê di navbera 210 û 250 de ye û laşê wê diêşe. Emîne behsa kêliyên ku cara ewil lingê wê hat birîn jî kir û got: "Çend deqe beriya ku papor biteqe, artêşa Tirk a dagirker êrişî gundên Şêrawayê kir, ji tirsa zêde min guh neda lingê xwe ku ji ber teqîna paporê şewitî. Di heman demê de bijîşk û derman tune bûn ku karibin birîna xwe derman bikim."

Hikumeta Şamê ambargoya li ser Şenbayê didomîne, nahêle derman û madeyên din ên sereke  yên jiyanê derbas bibin. Ji ber vê yekê dermansaz neçar dimînin ku bi rêbazên cuda dermana peyda bikin  û di encamê de bihayê wan bilind dibin.

Welatiyê bi navê Derwîş Îsmaîl nexweşiyên dil, şekir û tensyon pê re hene got, ji ber ambargoya hikumeta Şamê ferz kiriye ew zehmetiyên dabînkirina dermanan dikişîne û diyar kir ku derfeta wî têrê nakê ku derman biha bikire. Îsamîl her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê nahêle bijîşkên pispor ji bo tedawîkirina nexweşên giran wekî dil û şekir derbasî kantonê bibin.

Ji vê zêdetir hikumeta Şamê wekîlên şirîketên dermanan ditirse da ku derman derbasî kantonê nekin.

Dermanfiroş (C.B) ji tirsa ku ji aliyê hikumeta Şamê ve were girtin, navê xwe aşkara nekir got, wekîlên şirîkên dermanan newêrin dermanan derbasî Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bikin, ji ber ku dê ji aliyê hikumeta Şamê ve werin girtin û sewqî dadgeha terorê ya Şamê werin kirin.

(bb)

ANHA