′Aliyên dijber mîrateya eşîrtiyê ji bo derxistina fitneyan bi kar tînin′

Rûspiyên eşîrên Minbic û Girê Spî diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi hêz û israra Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin pûçkirin. Her wiha bang li eşîrên Dêrazorê kirin ku ji hewldanên derxistina fitneyan hişyar bin.

′Aliyên dijber mîrateya eşîrtiyê ji bo derxistina fitneyan bi kar tînin′
2 îlon, 2023   13:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx û rûspiyên eşîrên bajar û gundewarê Minbicê li qada avahiya Rêveberiya Sivîl a li bajar hatin gel hev û daxuyanî da.

Rûspiyê eşîra Bobena, Xalid El Ecûr daxuyanî xwend û got: "Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rê û rêbazên cuda ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxe, çeteyên wê êrişî eniyên şer ên li aliyê rojava, bakur û bakurê rojavayê bajar kirin. Bi van êrişan xwestin hinek nuqteyan kontrol bikin da ku bikin destpêka hewldanên xwe yên derxistina tevliheviyê li ser xak û civaka me."

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana yekîneyên parastinê yên li hemberî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û wiha hat domand: "Hêzên me yên leşkerî bi israreke xurt bersiva êrişan dan. Lê hinek dixwazin bi hestên eşîrtiyê bilîzin û ji bo xizmeta berjewendiyên xwe yên teng fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxin. Ev alî xwe spartina ajnîdeyên derve yên ku dixwazin welatê me û gelê me têk bibin. Em eşîrên Minbic û gundewarê wê çi kesên ku hewl didin eşîran bi kar bînin red dikin ji ber ku eşîr benda ewlehiyê ya parastina welatê me ne."

Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî jî bi daxuyaniyekê texrîbat û fitneyan li Dêrazorê şermezar kirin û bang li eşîrên li Dêrazorê kirin ku ji fitneyan hişyar bin ku ′′Dewletên dijber û çavbiriyên xêr û bêra herêmê me dixwazin pêk bînin.′′

Rûspiyan operasyona QSD′ê ya li dijî xerabkar û şaneyên çeteyên DAIŞ′ê silav kir û gotin, li hemberî dewletên ku dixwazin xaka Sûriyeyê dagir bikin dê bi QSD′ê re bisekinin.

(bb)

ANHA