Li Helebê xiyaneta PDK`ê hat şermezarkirin

Di salvegera Kemîna Xelîfanê de, dayikên gerîla siaysetên PDK′ê yên dijberî Tevgera Azadiya Kurdistanê şermezar kirin û wekî îxaneta dijberî nirx û rêgezên exlaqî wesif kir.

Li Helebê xiyaneta PDK`ê hat şermezarkirin
2 îlon, 2023   13:10
HELEB

Di salvegera duyemîn a Kemîna Xelîfanê de ku çekdarên PDK′ê li pêşiya yekîneya gerîla danîbû û di encamê de 6 gerîla şehîd bibûn, dayikên gerîla yên li bajarê Helebê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatma Hesen li pêş navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya bi dehan dayikên gerîla daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal li ser berxwedana efsanewî ya gerîla li çiyayên Kurdistanê raber dikin û tevgerên Partiya Demokrat a Kurdistanê ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike, hat kişandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku malbata Barzanî careke din bi dijmin re li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê şerê qirkirinê dimeşîne û êrişî Şoreşa Rojava dike.

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Di salvegera duyemîn a Kemîna Xelîfanê de, li şûna ku lêborînê ji malbatên şehîdan û gel bixwazin, Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî bi wezîrê karên derve yê faşîst Hakan Fîdan re civiyan. Ev jî îxanet û ajantiya wê malbatê û partiya wê ji dijminên Kurdan re nîşan dide. Hûnê nikaribin gerîlayên leheng ên li ser firkên Rêber Abdullah mezin bûne, têk bibin.”

(fr/c)

ANHA